Îlham Ehmed: Emê destûra Sûriyeya nû dabirêjin

Hevseroka Encûmena Sûriyeya Demokratîk dibêje ku di demeke nêzîk de, ew dê komîteyekê destnîşan bikin ji bo nivîsandina destûra Sûriyeya nû.

K24 – Qamişlo  

Hevseroka Encûmena Sûriyeya Demokratîk dibêje ku di demeke nêzîk de, ew dê komîteyekê destnîşan bikin ji bo nivîsandina destûra Sûriyeya nû.

Hevseroka Encûmena Sûriyeya Demokratîk Ilham Ehmed îro ji K24ê re ragihand ku, Encûmena Sûriyeya Demokratîk dê di demek nêzîk de komîteyekê destnîşan bike, bo dariştina destûra Sûriyeya nû.

Ehmed got jî: “Nêrîna opozîsyona Sûriyê bo paşeroja Sûriyê ne zelal e, ji ber vê yekê Encûmena Sûriyeya Demokratîk hewla amadekirina destûreke nû bo Sûriyê dike, ku hemû mafên pêkhateyên Sûriyê biparêze û li ser bingeha rêveberiya ne navendî.”

Encûmena Sûriyeya Demokratîk di bi navê “Sûriyeya Demokratîk bo Hêzên Opzîsyonê” li Dêrikê roja 8ê Kanûnê de hatiye avakirin

Hevserokê “Şepêla Qemih” Heyserm Menaa û Endama Desteya Cibicîkar ya TEV-DEMê Ilham Ehmed duh li bajarokê Rimêlanê, di civînekê de  wek hevserokên wê Encûmena Sûriyeya Demokratîk hatin hilbijartin.