Ji bo kujerên Alan Kurdî 35 sal ceza tê xwestin

Serdozgeriya Komarê ya Bodrumê derbarê mirina Alan Kurdî de ji bo tawanbaran 35 sal cezayê girtîgehê xwest.

K24 – Stenbol

Serdozgeriya Komarê ya Bodrumê derbarê mirina Alan Kurdî de ji bo tawanbaran 35 sal cezayê girtîgehê xwest. Ji bo biryara dawî dozname şandin bo dadgeha cezayê giran. Eger îdianame bê pejirandin kesên gumanbar yekem car di bûyereke wiha de hewqas ceza dê werbigirin.

Di doznameyê de ku derheqê mirina Alan Kurdî de hatiye amadekirin ji bo 2 kesên ku bûne sebebê kuştinê û ji ber qaçaxtiya penaberan 35 sal cezayê hepsê û cezayê pereyan tê daxwazkirin. Hat diyar kirin ku ji bilî 2 kesan, derbarê bûyerê de 2 kesên Sûriyeyî û 4 kesên Tirk bi tevahî bo 6 kesan ku hê nehatine girtin lêpirsîn didome.

Seroka Komeleya Mafên Mirovan a Şaxa Stenbolê Parêzer Zeynep Ceren Boztoprak got ku di bûyerên wiha de tê dîtin peywirdarên fermî qet nayên darizandin û pêwîst e hemû kesên berpirs werin cezakirin: "Mijara qaçaxçîtiya penaberan meseleyeke taybet û girîng e, divê bûyerên wiha bi baldarî werin şopandin. Bi vî awayî rê li ber bûyerên wiha nayê girtin. Di îdianameyê de şûna tawanbar bigotana bi qest. Ji ber bi zanetî ev bûyer pêk anîne. Eger bi qest binivîsiya wê çaxê dema cezayê hepsê jî zêdetir dibû."

Alîkarê Serokê Mazlûm Derê Hiqûqnas Abdulhalîm Yılmaz diyar kir ku ev ceza têrî nake divê girantir bibe: "Ev biryar wek destpêk tiştekî baş e lê ez bawer dikim di encama biryara dawî de wê demê ceza daxînin. Berî niha di bûyerên wiha de cezayekî sivik dihat dayîn û niha giran kirine lê hikmê hiqûqê nayê sepandin."

Piştî pejirandina doznameyê wê kesên tawanbar werin darizandin. Tê texmîn kirin di nav hefteyekê de doz dest pê bike. Li Bodrumê, 2ê Îlona 2015an 14 penaberên Sûriyeyî dixwestin bi belemê derbasî Yunanîstanê bibin lê belem niqûm bû û li gel Alan Kurdî 5 kesan xeniqîbûn.