Ormiye: Ji ber berfê proseya xwendinê raswestiya

Rêyên hatin û çûnê di navbera bajar û gundan de hatiye girtin.

K24- Navena Nûçeyan

Ji ber barîna rêjeyeke zêde ji berfê, li parêzgeha Ormiyê ya Rojhilatê Kurdistanê proseya xwendinê rawestiya.

Rêveberê Krîzan li Parêzgeha Ormiyê, Emîr Ebas ragihand ku “Rêyên çûn û hatinê di navbera bajar û gundan de bi sedema berfê rawesthatine girtin.”

Hevdem Rêveberê Perwerde û Fêrkirina Ormiyê got ku, ji ber barîna rêjeyeke zêde ji berfê, proseya xwendinê li hemû dibistanan hatiye rawestan û bêhnvedana fermî hatiye ragihandin.

Li zanîngeha Ormiyê jî ji ber heman sedemê bêhnvedan hatiye ragihandin.

Li gor ajansa fermî ya Îranê ÎRNA, heta niha 25 sentimetr berif li parêzgeha Ormiyê bariye.