Platforma KESK'ê pevçûnên Bakurê Kurdistanê şermezar dike
K24 – Stanbol
Endamên KESK'ê bi armanca şermezarkirina operasyon û rûdanên bakurê Kurdistanê li Stenbolê çalakî li dar xistin.
Endamên Platforma Şaxê Stenbolê yên KESK'ê duh êvarê li Beyogluya Stenbolê bi vedana pankart û dirûşman operasyon û pevçûnên Bakurê Kurdistanê şermezar kirin.
Bi navê xwepêşandêran Huseyin Ozer daxuyanî da û got, bi mehan e li hin bajarên herêmê operasyon û pevçûn didomin û ji ber vê rewşeke awarte heye û gelê herêmê ji ewlehiya canê xwe bi guman e.
Ozmen da xuyakirin, ew wek kedkarên giştî li dijî hemû cure tundiyê ne, ku qestê mafê jiyana mirovan dike û dixwazin ku ev piroseya şer û aloziyê gavek zûtir bi dawî were.