Li kampên penaberan bûyerên destdirêjiyê rû didin

Li Tirkiyê di sempozyûmekê de ku ji aliyê saziyên fermî ve hat sazkirin hat ragehandin ku penaberên zarok li kampan bi bûyerên dest dirêjiyê re rû bi rû dimînin.

K24 – Stenbol

Li Tirkiyê di sempozyûmekê de ku ji aliyê saziyên fermî ve hat sazkirin hat ragehandin ku penaberên zarok li kampan bi bûyerên dest dirêjiyê re rû bi rû dimînin.

Li gor zanyarên navenda lêkolînê ya krîmonolojî û kişfkirina tawan, berî niha bûyerên dest dirêjiyê li derveyî konbajar-kampan çêdibûn lê niha li nav konbajaran jî bûyerên kirêt rû didin.

Parêzer Fahrî Karakoyunlu ku derbarê arîşeyên penaberan de xebat û lêkolînên taybet kirine ragihand ku zagonên dewleta Tirkiyê ji bo rê libergirtina bûyerên kirêt yên li ser zarokan têrî nakin.

Parêzer Fahrî Karakoyunlu wiha axifî: "Ji sedî 70ê penaberan li bajarên Tirkiyê belav bûne. Kontrolkirina wan pir zehmet e. Divê civat rê nede bûyerên wiha û hişyar bibe. Ez texmîn nakim dewlet pêşiya vî karî bigire û tedbîrên mezin bistîne."

Li gor lêkolîneran şer û pevçûn dibin sedema van bûyerên kirêt û divê berpirsên vî karî jî bên cezakirin. Ji aliyê din ve di civîna navenda lêkolînê de hat gotin ku keçikên temenê wan di bin 15 saliyê de ne bidil tên zewicandin.

Her wiha bi qasî 2 hezar û 5 hezar lîreya tirk qelen didin malbata keçikan. Herçiqas ev ji bo hinek penaberan wek xelasbûn û destpêka jiyaneke nû bê dîtin jî lê tê gotin ku bi vî awayî bi zarokan bazirganî tê kirin.