Li Stenbolê dijî DAIŞê operasyon
K24 – Stenbol
Li Stenbolê 13 kesên ku hat îdia kirin plana êrîşê ya ser konsolxaneya Amerîkayê dikirin hatin girtin.
Polîsên Stenbolê, li ser agahiya ku çekdarên DAIŞê êrîşî avahiyên serkonsolxaneya Amerîkayê ya Stenbolê bikin dest bi xebatê kir.
Piştî lêkolîn hat tespîtkirin ku endamên DAIŞ'ê, li navçeya Esenyurtê li malekê dimînin. Li ser vê polîsan operasyon birin ser wê navnîşanê. Di encam de li gel Abdülaziz Ameen Mojbilê ku tê îdia kirin êrîşa xwekujiyê pêk bîne 11 kesên DAIŞî hatin girtin.
Ji aliyê din ve li balafirgeha Ataturkê ya Stenbolê jî li dijî DAIŞê operasyon hat kirin û 2 kesên gumanbar hatin girtin. Li ser gumanabaran 2 kamerayên veşartî, 10 kartên telefonê û 148 pasaport hatin dîtin.