"Agahdariyên şaş ên olî bûne sedema derketina DAIŞê"

Li gor rewşenbîr û siyasetmedarên li Tirkiyê, ji ber ku ola Îslamê xelet tê fêrkirin rêxistinên weke DAIŞê derdikevin.

K24 – Stenbol

Ji gelek welatên misilman bi deh hezaran kes tevlî DAIŞê dibin. Li gor rewşenbîr û siyasetmedarên li Tirkiyê, ji ber ku ola Îslamê xelet tê fêrkirin rêxistinên weke DAIŞê derdikevin.

Çekdarên DAIŞê xwe wek leşkerên Îslamê didin naskirin. Li gorî çekdaran armanca wan pêkanîna rêveberiyeke xilafetê ye. DAIŞ êrîşên xwe yên zêdetir li welatên Iraq û Sûriyê kirine. Jin û zarok ligel gelek sivîlan di van êrîşan de canê xwe ji dest dane.

Parlamentera HDPê Huda Kaya got ku welatên Islamî hezar û 400 sal e ji xwerexnekirin û xweserzenîşê dûr ketine: “Li welatên ku hejmara misilmanan zêde ye kêşeyeke mezin ew e ku derbarê Îslamê de agahiyên xelet pir hene. Li zanîngehan, fakulteyên îlahiyatê hê jî waneyên ne rast têne fêrkirin. Bi vî awayî rêxistinên wek DAIŞê derdikevin. Ji welatên Ewropayê, Rojhilata Navîn û Efrîqayê bi tevahî ji 85 welatan bi deh hezaran kes ji bo şerê li dijî axa Kurdistanê tevlî DAIŞ'ê bûne.”

Parlamenterê HDPê Îlahiyatnas Nîmetullah Erdogmuş jî da zanîn ku ji ber êrîşên DAIŞê herî zêde Kurd û misilmantiyê zerar dîtiye: “Di nav DAIŞê de qet heqîqet nîne. Ji ber ev rêxistin li ser şerekî qirêj, kuştin û  talankirinê hatiye avakirin. Ji ber ku Kurd bêxwedî û bêdewlet in DAIŞ zêdetir êrîşî Kurdan dike. Ev rêxistin qaşo li ser Islamiyetê xwe birêve dibe lê li aliye din zilm û zordariyê dike. Niha zilm cil guhertiye. Tu eleqeya DAIŞê bi îslamiyetê ne tune.”

Rewşenbîr êrîşên DAIŞê wek arîşeya zîhniyetê dinirxînin û dan zanîn ku DAIŞ ji çekdarên Sunniyan pêk tê, piştî li Musul û li Reqayê cihên stratejîk, bank û rafîneriyên neftê bi dest xistin di demek kurt de bihêz bû. Piraniya çekdaran ji welatên derva tên û Erebîstana Siudî, Kuwêt û Katar piştgiriya DAIŞ'ê dikin.