Hevserokê Şaredariya Bêrecûkê ya Rihayê dest ji serokatiyê berda

Diyarbekir (K24) - Li gorî agahiyên ku hatin ragihandin, Hevserokê Şaredariya Bêrecûkê ya navçeya Rihaya Bakurê Kurdistanê Mehmet Begît ku di ser Dem Partiyê re tevlî hilbiajrtinên şaredariyan bûbû, bi îdiaya ku tê xwestin şaredarî ji derve ve bê rêvebirin, dest ji kar berda û vê biryara xwe jî bi daxuyaniyeke çapemeniyê ji bo raya giştî ragihand. Hat diyarkirin ku ligel Mehmet Begît, 4 endamên Meclisa Şaredariya Bêrecûkê jî dest ji kar berdane.

Mehmet Begît ê ku di hilbijartinên şaredariyan ên 31ê Adara 2024an de ji Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê Dem Partiyê bûbû namzedê Şaredariya Bêrecûkê û ji sedî 54.39 ê dengan girtibû, ligel 4 endamên meclisa heman şaredariyê yên bi navên Mahmut Dirier, Sakîp Yaşar, Reşît Çelîhan û Ahmet Arar dest ji kar berdan. Mehmet Begît sedemên îstifaya xwe bi vê daxuyaniyê parve kirin:

“Ji bo piştgiriya ku we di hilbijartinên şaredariyê yên di 31ê Adara 2024an de piştgiriya me kir, ez gelek spasiya we dikim. Ev hilbijartin di dîroka hilbijartinên şaredariyan de bi rêjeya herî zêde deng wergirt. Gelê me ji me bawer kir û bi me ewle bû. Me bi vê baweriyê dest bi erka xwe kir. Beriya her tiştî divê were zanîn ku ev gotinên ku ez ê bibêjim bi tevahî tu eleqeya wan bi endamên DEM Partiyê yên ku baweriya xwe bi me hanîn û deng dane me tuneye, lê di pêvajoya piştî hilbijartinan de bi taybetî ji aliyê komekê ve li dijî alaya me û wêneyên Ataturk û Serokomarê me (Recep Taayîp Erdogan), destwerdan dihat kirin û ne pêkan e ku ev helwest ji aliyê me ve were qebûlkirin. Her wiha di dema piştî hilbijartinan de zextên li ser rêvebirina ji derve jî dest pê kirin. Ez amade me bi gelê Bêrecûkê re navçeya xwe bi rê ve bibim. Tenê xelkê Bêrecûkê dikarin navçeya Bêrecûkê bi rê ve bibin. Ez di vê mijarê de bi biryar im. Tu vîn di ser vîna gel re tuneye. Ji ber van sedeman ligel 4 endamên meclîsê ji Serokatiya Şaredariya Bêrecûkê îstifa dikim û em bi van hevalên xwe re bi awayekî serbixwe siyaseta xwe berdewam dikin û em di bin fermana gelê Bêrecûkê de ne.”