Êrîşa kontrolkirina bajarê Rûmadî dest pê kir

Êrîşa artêşa Iraqê bo kontrolkirin û derxistina bajarê Rûmadî ku navenda parêzgeha Enbarê ye ji destê çekdarên DAIŞê dest pê kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Êrîşa artêşa Iraqê bo kontrolkirin û derxistina bajarê Rûmadî ku navenda parêzgeha Enbarê ye ji destê çekdarên DAIŞê dest pê kir. Di êrîşê de firokeyên şer ên Hêzên Hevpeyman jî hevkariya artêşa Iraqê dikin.

Li gor medya fermî ya Iraqê, îro êrîşa artêşa Iraqê bo kontrolkirina bajarê Rûmadî dest pê kir. Supasalarê Iraqê bi wekalet General Osman El-Xanimî berî niha ragehandibû ku hêzên çekdar ên Iraqê di çend sateen dahatû de dest bi êrîşa derxistina bajarê Rûmadî ji bin kontrola DAIŞê dikin.

Hevdem Berdevkê Wezareta Berevaniyê ya Iraqê Nesîr Nûrî got: "Çendîn malbat ji bajarê Rûmadî ku wek navenda parêzgeha Enbarê tê naskirin, daxwazin ji destê DAIŞê rizgar bibin, lê çekdarên DAIŞê rê nadin wan, daku wan wek mertal bikarbîn e."

Berî niha firokeyên frtêşa Iraqê daxwaz ji welatiyên bajarê Rûmadî kiribûn, ku  di huûndirê 72 saetan de, bajêr bicîh bihêlin. Li gor amarên Wezareta Berevaniyê ya Iraqê, hejmara çekdarên DAIŞê li bajarê Rûmadî nêzîka (250-300) kes e.