Li Şirnexê û Bedlîsê rewş aloze

Duh jî li heman deverê bombeyek di serbazan de hatibû teqandin û di encamê de 2 serbazan canê xwe ji dest dabûn û 8 serbaz jî birîndar bûbûn

K24-Şirnex

Li Şirnexê û Bedlîsê şer derket, polîs û leşkerekî canê xwe ji dest dan û 2 polîs û serbazek jî birîndar bûn

Li navenda Şirnexê wesayîteke zirxpoş a polîsan rastî êrişa roketekê hat. Di encama teqînê de polîsekî canê xwe ji dest da û 2 ên din jî birîndar bûn.

Li Bedlîsê daristanên Sîxê jî operasyonên artêşa Tirkiyê berdewamin. Sererkaniya Tirkiyeyê ragehand di şerê şeva borî de efserekî wan û 2 yên PKKê canê xwe ji dest dane, herwiha  serbazek jî birîndar bûye.

Duh jî li heman deverê  bombeyek di serbazan de hatibû teqandin û di encamê de 2 serbazan canê xwe ji dest dabûn û 8 serbaz jî birîndar bûbûn.