Rêxistinên îslamî herêma Efrînê topbaran dikin

Eniya el-Nusra û Ehrar el-Şam 2 gundên Efrînê bi topên Hawinê topbaran kirin.

K24 – Efrîn

Eniya el-Nusra û Ehrar el-Şam 2 gundên Efrînê bi topên Hawinê topbaran kirin.

Peyamnêrê K24ê li Efrînê ragehand ku, Eniya el-Nusra û Ehrar el-Şam ku li derdora Keleha Samanê dimînin, bi topên Hawinê gundên Îsaka û Basûfanê yên herêma Efrînê topbaran kirin.

Li gor Yekîneyên Parastina Gel (YPG) piştî hevpeymaniya agirbestekê di navbera YPG û Odeya Operesyonên Fetih Heleb de bo hatibû îmzekirin, lê her du rêxistinên îslamî careke din ew rêkeftina binpê kirine.

Li gor agahiyên jî, ku ew top li zeviyên gund ketine û ti ziyanên canî nebûne.

YPGê û Odeya Fetih Heleb derbarê şerê li taxa Şêx Meqsûd ya Helebê li ser rêkeftinekê îmze kirin, li gor wê rêkeftinê jî riya di navbera Şêx Meqsûd û Efrînê dihat vekirin.

Keleha Samanê dikeve navbera navçeya Şêrewa ya herêma Efrîn û bajarokê Darit Izzê de, her car jî navçeya Şêrewa ji aliyê rêxistinên îslamî ve tê topbarankirin.