Lavrov: Divê mafê Kurdan li Iraq û Sûriyê parastî be

K24-Navenda Nûçeyan
Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ragehand ku divê mafê Kurdan li Iraq û Sûriyê parastî be.
Li Moskoyê îro Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov li gel Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan(HDP)ê Selahedîn Demîrtaş civiya, û di civînê de Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov wiha got: " Kurd dostên me ne, ew jib o mafê xwe şerdikin, divê mafê wan li Iraq û Sûriyê were parastin."
Ji aliyê xwe ve jî Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan(HDP)ê Selahedîn Demîrtaş wiha axivî: "Em ji bo çareserkrina nanokiyên di nebera Mosko û Enqerayê de hatine, ji ber ku pêwendiyên dîrokî di navbera her du aliyan de hene."
Demîrtaş da zanîn ku ew dixwazin nakokî çareser bibin û pêwendiyên her du welatan berdewam bin.
Piştî xistina firokeya Rûsyayê ji aliyê Tiskiyê ve nakokî û pirsgirêkên Rûsya û Tirkiyê zêde bûn.