Pêşewa Hewramanî: Hikûmeta Herêma Kurdistanê ti behane ji bo neşandina mûçeyan nehiştiye

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser naveroka civîna îro ya Encûmena Wezîran konferanseke rojnamevaniyê lidar xist.

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Pêşewa Hewramanî ragihand, Encûmena Wezîran îro li ser mijara Hejmara Min, mûçe, genimê cotkaran û pirsa karmendên bi girêbestê civiya.

Pêşewa Hewramanî derbarê pirsa karmendên bi girêbestê de da zanîn, di nav saziyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê de 30 hezar karmendên bi girêbest hene ku ji wan 15 salan kar kirine. Serokwezîr wan mafdar dibîne ku bibin karmendên daîmî û tîmek destnîşan kir ku di nava 15 rojan de karmendên bi girêbest dabeş bikin û bi hikûmeta federal re biaxivin, hevşêweyê milyonek karmendên ku li Iraqê kar dikin, divê wan jî li gorî yasayê bikin karmendên daîmî.

Derbarê paşxistina mûçeyên meha Nîsanê de jî, Pêşewa Hewramanî got, ti astengî li pêşiya şandina mûçeyan nîne. Niha bankeke hikûmetê jî di projeya Hejmara Min de beşdar e û beriya niha jî rêkeftinek li ser dahata navxweyî pêk hatiye, ji ber wê jî em çaverê dikin Wezareta Darayî ya Federal di zûtirîn dem de mûçeyên Herêma Kurdistanê bişîne.

Encûmena Wezîran îro 08.05.2024 bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî civiya û sê pirs di civînê gotûbêj kirin.

Li dû ragehandineke Fermangeha Medya û Zanyaran a Hikûmeta Herêma Kurdistanê, para yekê ya wê civînê dê girêdayî berçavkirina dawî pêşhatên mijara mûçe û darayî û pabendiyan di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Îraqê de û encamên dawî civîna şandên teknîkî yên her du aliyan li roja 27.04.2024ê li Bexdayê li ser pêşengiyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê di warê dahatên negirêdayî petrolê û bankkirina mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê de be.

Wekî ku di wê ragehandinê de hatiye, para duyê ya civînê dê girêdayî danûstandinên li ser mijara herdemîkirina fermanberên girêbest li dezgehên Herêma Kurdistanê be.

Wê çavkaniyê amaje jî daye, para sêyê dê berçavkirina raporta Wezîra Çandinê û Çavkaniyên Avê di derheqa serdana şanda wezareta wan ji bo Bexdayê de be, xasma mijarên wergirtina genimê îsal ê cotyaran û livandina pirojeyên bendav û avrêjan li Herêma Kurdistanê û wergirtina feydeyî ji derfetên xizmetkariyên çandinê ji aliyê cotyaran ve wekî deverên dî yên Îraqê.