"Hinek dewlet hebûna Tirkiyê li Iraqê naxwazin"

Di navber Enqere û Bexdayê de tekîliyen aborî û polîtîk gelekî xurt be jî, piştî rûdanên dawî tekîlî hinekî têk çûn.

K24 – Enqere

Di navber Enqere û Bexdayê de tekîliyen aborî û polîtîk gelekî xurt be jî,  piştî rûdanên dawî tekîlî hinekî têk çûn. Tê îdiakirin ku hinek dewletên din dibin sedema aloziya di navbera her du dewletan de.

Piştî Tirkiyê leşkerên xwe yên li Mûsilê zêde kirin di têkiliyên bi Iraqê re pirsgirêk derketin. Rêveberiya Bexdayê nerazîbûna xwe nîşanî Tirkiyê da û ji wan daxwaz kir ku leşkerên xwe şûnde vegerîne. Piştre Tirkiye û Iraq bi qasî demeke dirêj hatin hemberî hevdu.

Piştî hewldanên mezin ên Hikûmeta Iraqê Tirkiye neçar ma biryara vekişandina leşkeran bide. He wiha di rojên pêş de Tirkiye wê leşkerên xwe bi temamî ji Mûsilê derxîne. Gelo bi van geşedanên dawî wê têkiliyên di navbera her du dewletan de çawa bibin?

Pispor dibêjin têkiliyên di navbera her du dewletan de tenê ne ji ber şandina leşkeran rola hinek dewletên li herêmê heye û ji ber vê yekê ev kêşe zû bi zû çareser nabe.

Derbarê mijarê de Stratejîst Doç. Dr. Mesut Ozcan wiha dibêje: "Em dikarin bi rehetî bêjin li Iraqê û li herêmê hinek aktor û dewlet  hene ku hebûna Tirkiyê ya li Iraqê naxwazin û dixwazin rola Tirkiyê ya li wê derê kêm bibe."

Li gorî pisporan Iraq di nav şert û mercên dijwar de ye û nikare bi tenê bersiva xwe bide. Hinek aktor dixwazin vê yekê li gorî berjewendiyên xwe bikar bînin.

Nûnerê Daily Sabah Îlnur Çevîk got Îran û Rûsya bi têkiliyên Tirkiye û Iraqê dilîzin: "Îran her tim dixwazê Iraqê derdest bike û Rûsya jî piştgiriya wê dike. Ji aliyê din ve Şîiyên li Iraqê jî piştgiriyê didin Îran û Rusyayê."

Di navbera Tirkiyê û Iraqê de peymanên aborî, siyasî û leşkerî hene. Herî dawî di 23ê Adara 2009an de Peymana Hevbeşiya Aborî hatiye îmzêkirin. Ji ber van peymanan tê çaverêkirin ku hewldanên bo duristkirina têkiliyan xurttir bibin.

Nûnerê Daily Sabah Îlnur Çevîk