DAIŞê 837 jinên Mûsilî darve kirine

Berpirsê polîsên Mûsil diyar dike ku, praniya wan jinan ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatine gulebarankirin.

K24- Navena Nûçeyan

Berpirsê polîsên parêzgeha Mûsilê ragihand ku, çekdarên DAIŞê 837 jin darvekirine.

Ajansa DPA ya Elmanî li ser zarê berpirsê polîsên Mûsilê, Zenûn Sebaawî belav kir ku, ji dema girtina Mûsilê, di Hezîrana 2014an de, termê 837 jinên Mûsilî ku ji aliyê DAIŞê ve hatine darvekirin, gehiştine ber destê pizîşkê dadwerî li wê parêzgehê.

Zenûn Sebaawî diyar kir jî ku, praniya wan jinan hatine gulebarankirin, piştî ku “dadgeha DAIŞê” ew ceza bi ser wan de sepandiye, piştre jî termê wan jinan radestî pizîşkê dadwerî kirine.

Navborî aşkere kir ku, praniya wan jinan “berbijêrên parlementoya Iraqê û encûmena parêzgeha Mûsilê, fermanberên di dîwana parzêgahê de, fermanberê şaredariya bajêr, kadroyê perwerdeyê, parêzer, jinên malan û gelekên din ku bi hêncetên cuda ew darvekirine.”