Kalkan: AKPê dixwaze PDKê li dijî PKKê û YNKê şer bike

Endamê Komîteya Rêveber a PKK dibêje ku  “Divê PDKê rêkeftinên ligel AKPê aşkere bke.”

K24- Navena Nûçeyan

Endamê Komîteya Rêveber a PKK dibêje ku, AKPê dixwaze PDKê “li dijî PKK û YNK bide şerkirin.”

Endamê Komîteya Rêveber a PKK, Duran Kalkan îro ji ANF re ragihand ku, ew “‘Em li benda daxuyaniyê ne, çi tê axaftin? Raya giştî ya Kurd dixwaze bizanibe, ku rêveberiya PDKê çi bi AKPê re diaxive, li ser çi biryaran didin?”

Derbarê serdana Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî û Serokwezîrê Nêçîrvan Barzanî bo Tirkiyê de, Kalkan wiha got: ‘Me berê gotibûn ku em ne li dijî têkiliyên di warê aborî û bazirganiyê de ne. Lê belê eger têkilî ji vê û wêdetir biçe, ew nabe. Eger ev têkilî ji têkiliyên aboriyê derbas bibe û bigihêje asta têkiliyên leşkerî û veguhere tifaqek li dijî rêxistineke din a kurd, ev gelekî metirsîdar e. Ez nabêjim rewş bi vî rengî ye, lê tehlûke ye. Weke PKK em baldar in. Divê PDK û rêxistinên din jî baldar bin. Hikûmeta AKPê dixwaze di navbera rêxistinên Kurdan de şer derxîne. Dema ji PDKê re dibêje 'merheba' belasebep nabêje. Hewl dide li hemberî PKK, li hemberî YNKê bide şerkirin.”