DAIŞê 2 derbeyên mezin xwarin

Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî zanyariyên girîng aşkere kirin.

K24- Navenda Nûçeyan

Bi azadkirina Rumadiyê 2 derbeyên mezin li rêxitsina DAIŞê ketin, ji bilî şikestina li wê navçeyê, hejmarek serkirdeyên wê yên herî mezin hatin kuştin.

Bajarê Rumadî yê Iraqî duh bi temamî ji dest çekdarên DAIŞê hat derxistin, piştî ku di Gulana 2014an de derbasî navenda parêzgeha Rumadî bibû.

Tevî şikestina mezin a ku gihayî DAIŞê, 10 serkirdeyên wê rêxistina radîkal hatin kuştin.

Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî, Stive Warn ragihand ku “di vê mehê de, me 10 serkirdeyên DAIŞê kuştin, hin ji wan berpirsên êrîşên li derve bû û destê hinan ji wan di êrîşên li Parîsê de hebû.”

Warn diyar kir jî ku, hin ji wan serkirdeyên ku hatine kuştin “dixwestin êrîşan li rojava pêk bînin.”

Li gor wî fermandeyê Amerîkî, yek ji kuştiyan bi navê Ebdulqadir Hekîm bû, ew jî berpirsê encamdana êrîşên li derve bû, herwiha girêdayî wê grûpê bû ku êrîşî Parîsê kiribû.

Herwiha Şerefedîn Muezin, ku serkirdeyekî mezin ê DAIŞê bû, di 24ê Kanûnê de li Sûriyê hatibû kuştin.