Rûsya: Tirkiye Kurdan dikuje

Wezareta Derve ya Rûsyayê di daxuyaniyekê de daxuyaniyên rayedarên Tirkiyê red kirin.

K24- Navenda Nûçeyan

Wezareta Derve ya Rûsyayê diyar dike ku, siyasetên Tirkiyê li Bakurê Kurdistanê “dibe sedema kuştina sivîlan.”

Wezareta Derve ya Rûsyayê di daxuyaniyekê de, daxuyaniyên rayedarên Tirkiyeyê ku dibêjin ‘balafirên şer yên Rûsyayê li Sûriyeyê di operasyona terorê de sivîlan armanc dike' red kirin.

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin li ser aloziya li Bakurê Kurdistanê, wezaretê diyar kir jî ku “Hikumeta Tirkiyeyê li hemberî Kurdan politikaya zordariyê dimeşîne û vê bi awayekî eşkere dike. Ev polîtîka jin û zarok jî di nav de dibe sedemê kuştina gelek sivîlan.”

Wezareta Derve ya Rûsî di berdewamiya daxuyaniya xwe de anî ziman ku “Tirkiye li başûrê rojhilatê welatê xwe (Bakurê Kurdistanê) operasonan dike, rayedarên Tirkiyeyê di çarçoveya mafên mirovan de bila rastiya pirsgirêka welatê xwe çareser bike.”