"Em ti giringiyê nadin daxuyaniyên Tirkiyê "
K24-Kobanê
Berdevkê Hêza Sûriyê ya Demokratîk ragehand, ku ew giringiyê nadin daxuyaniyên Tirkiyê û dê çemê Feratê jî derbas bikin.
Derbarê mijarê de Berdevkê Hêza Sûriyê ya Demokratîk Telal Silo ji K24ê re wiha got: "Divê bendava Tişrînê li rojhelat û rojavayê çemê Feratê bi(7-10) kîlometreyan were parastin, hêza me ji hemû aliyan ve pêşve diçe û sibeha îro jî me gundê "Giştear" ser bi bajarokê Ezazê ve rizgar kir."
Silo da zanîn ku derbarê derbasbûna çemê Feratê ti giringiyê nadin daxuyaniyên Tikriyê û diyar kir ku parastina bendava Tişrînê erkekî niştîmanî ye.
Di 26ê Kanûnê bendava Tişrîn ji aliyê Hêza Sûriya ya Demokratî ve ji destê DAIŞê hatibû rizgarkirin.