Ji Xurmatû zêdeyî 700 kesî çûne nav DAIŞê

Rêveberê Asayîşa Xurmatû ragihand ku zêdeyî 700 kesan ji sînorê bajarokê Xurmatû çûne nav grûba DAIŞê.

K24 – Xurmatû

Rêveberê Asayîşa Xurmatû ragihand ku zêdeyî 700 kesan ji sînorê bajarokê Xûrmatû çûne nav grûba DAIŞê.

Di vê derbarê de Rêveberê Asayîşa Xurmatû Faruq Mihemed zanyarî dan Kurdistan24ê û got: "Ji destpêka şerê DAIŞê û heta niha ji sînorê Xurmatû û derdora wê zêdeyî 700 kesan çûne nav rêzên DAIŞê. Ji wê hejmarê tenê 17 ji wan Kurd in ku heta niha 8 kes ji wan hatine kuştin."

Li amarên ku dezgahên ewlekariyê yên wan navçeyan belav kirine, ji navçeyên sînorê Xurmatû gelek kes diçin nav DAIŞê û piraniya wan kesan jî Ereb in.

Ji aliyê xwe ve Endamê Encûmena Bajarokê Xurmatû ji Kurdistan24ê re wiha axifî: "Sedema vê hejmara zêde ya xelkê navçeyê di nav DAIŞê de, ew tundûtûjî ye ku li dijî Erebên Sune yên navçeyê hatiye kirin."

Niha hêzên ewlekariyê yên Xurmatû ji bo girtina endamên DAIŞê yên nihênî çendîn operasyon kirine û kar li ser wê yekê dikin ka bizanin peywendiya kê bi DAIŞê re heye.