Silêmanî: Zêdetirî 1.3 milyar dînar ji bo gihandina xizmetguzariyan tê xerckirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Şaredarî û Geştûguzariyê ya Herêma Kurdistanê ragihand, zêdetirî 1 milyar û 327 milyon dînar ji bo gihandina xizmetguzariyê bo parêzgeha Silêmaniyê tê xerckirin.

Wezareta Şaredarî û Geştûguzarî îro 9ê Gulanê di daxuyaniyekê de ragihand, li gorî çend biryarên wezarî, wezaretê razemendî nîşan da, ji bo (1,327,120,000) dînar ji bo şaredariya Silêmaniyê re were xerckirin, bi mebesta gihandina xizmetguzariyan ji navçeyên cuda yên bajêr re.

Diyar kir jî, ev pere li ser dahata Serokatiya Şaredariya Silêmaniyê ye û dê li gorî rênmiyanên darayî yên taybet bi dahatê were xerckirin, ji bo dabînkirina sotemeniyê ji kargeha qîrê ya şaredariyê re, gihandina xizmetguzariyan ji kolan û taxan û kampanyayên nûjenkirina kolanên Silêmaniyê.

Roja duşemê 06-05-2024an jî, Wezareta Şaredarî û Geştûguzariyê 465 milyon û 795 hezar dînar ji bo cîbicîkirina projeyên çêkirina rêyan ji Şaredariya Helebce xerc kiribû.