Otobûsa penaberan qulibî: 7 penaber bûn qurbanî

Li Tirkiyê dawî li trajediyên penaberan nayê. Li Havrana Balikesirê bûyereke din a penaberan rû da. Otobûsa ku penaber hilgirtibûn qulibî û herî kêm 7 penaberan canê xwe ji dest dan.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Tirkiyê dawî li trajediyên penaberan nayê. Li Havrana Balikesirê bûyereke din a penaberan rû da. Otobûsa ku penaber hilgirtibûn qulibî û herî kêm 7 penaberan canê xwe ji dest dan.

Bûyer saet di 03.00an de ji ber leza zêde qewimiye. Piştî bûyerê tîmên tenduristiyê bo cihê bûyerê hatin veguhestin. Di encam de, şofêrê otobûsê û 7 penaberan canê xwe ji dest dan û 42 kes jî birîndar bûn. Hat ragihandin ku rewşa 7 birîndaran nebaş e.

Birîndar bo nexweşxaneyên navçeyên Balikesîrê hatin şandin ku werin dermankirin û derbarê bûyerê de lêpirsîn hate destpêkirin.