Nexşandina sînorê Başûrê Kurdistanê di Gulanê de bidawî dibe

Tîm û psiporên biyanî bi karê nexişandina sînorê Herêma Kurdistanê ligel Iraqê radibin.

K24- Navenda Nûçeyan

Li Başûrê Herêma Kurdistanê karûbarên proseya nexşandina sînor birêve diçe, heta niha beşekî mezin ji sînorê ku dirêjahiya wî 440 kîlo metir e, hatiye cîbicîkirin.

Piştî girtina Mûsilê ji aliyê DAIŞê ve û êrîşa li ser navçeyên Kurdistanî yên derveyî Herêma Kurdistanê û reva hêzên ewlekarî yên Iraqê ji wan navçeyan, Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ew navçe ji çekdarên radîkal paqij kirin.

Niha jî tevaya wan navçeyan di bin kontrola Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê de ne. Rayedarên Herêma Kurdistanê û destpêkê de Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî tekez kirin ku, Pêşmerge di ji wan navçeyan venekişin ku bi xwîna xwe rizgar kirine.

Li gorî raporên ku têm bela kirin, ji beriya salekê ve Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi alîkariya tîm û pisporên biyanî dest bi nexişandina sînorê xwe ligel Iraqê kiriye, dibe ku ev prose jî pêngava yekem be bo encamdana referandûma serxwebûnê.

Tîmên biyanî bi karê nexşandina sînor radibin

Li gor zanyariyên ku hatine weşandin, Wezareta Pêşmerg serperiştiya proseya kolandina xendekê li ser dirêjahiya sînorê ligel Iraqê dike. Yekîneyên Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê jî wê proseyê diparêzin.

Ji bo mebesta bicih kirina wê proseyê, 20 pisporên cografiyayê ji Amerîka û Fransa, 25 pisporên hunerî ji Amerîka, 40 endazyarên Brîtanî û Fransî û Amerîkî û 60 pisporên teqemeniyan ji Amerîka û Elmanya mijûlên karên kolandina xendekê ne.

Du binkeyên serekî ji wan tîman re hatine avakirin, yek li Kerkûkê û yek li Hewlêrê.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî hemû kelûpelên lojîstî û alavên pêwîst ji bo cîbicîkirina proseya nexşandina sînor pêkêşî wan tîman kirine.

Sînorê Başûrê Kurdistanê ji kû dest pê dike?

Xendeka ku tê kolan, navçeyên madeya 140 ji destûra Iraqê, ku bi navê navçeyên cihê nakokiyê tê naskirin, ji navçeyên din ên Iraqê cuda dike.

Xendek ji bakurê rojhilayê navçeya Bedre parêzgeha Wasit ber bi başûrê Belderoz dirêj dike, ji wê de jî ber bi başûrê Xaneqînê li parêzgeha Diyala ve diçe. Ji Kifrî û Xurmatû li bakurê rojhilatê parêzgeha Selahedînê ber bo Hewîce li başûrê Kerkûkê ve diçe. Ji wir ve jî ber bi Mexmûr û Hemedaniye û Tilkêf li bakurê Mûsilê ve diçe û li Şingalê bidawî tê.

Li parêzgeha Selahedînê jî, xendek li bajarokê Rebîe dest pê kiriye û li bajarokê Gulale bidawî bûye.

Sîmayên xendekê

Xendek bi dirêjahiya 440 kîlo metirî ye, pehnayiya wê 2,5 metir e û kûrbûna xendekê jî 3 metir e.

Piştî bidawî hatina proseya kolandina xendekê, dê hemû navçeyên madeya 140î ji bakurê Bedir i Selahedînê heta başûrê Kerkûkê, ji bakurê Mûsilê û heta Şingalê vegerin ser bi Başûrê Kurdistanê ve.

Biryar e jî di meha Gulana 2016an de, xendek bi temamî hatibe kolandin. Bi wê yekê jî sînorê Başûrê Kurdistanê ligel Iraqê tê nexişandin.

Referandûma serxwebûnê

Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî ku di heman demê de Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ye, di dawiya sala borî de daxwaz ji partiya xwe kiribû ku derbarê diyarkirina roja encamdana referandûma serxwebûna Kurdistanê de, ligel aliyên din ên siyasî têkeve gotûbêjan.

Barzanî diyar kir jî ku, ew nikarin bi hûrî demekê ji bo encamdana referandûmê diyar bikin lê tekez kir ku “mesele meseleya çend mehan e.”

Herwiha Barzanî di hemû hevdîtinên ligel serok û berpirsên welatên herêmî û rojava de, tekez li ser encamdana referandûmê û mafê çarenivîs ji gelê Kurdistanê re kiriye. Di her helkeftek fermî û ne fermî de jî, rayedarên Herêma Kurdistanê tekez kirine ku, axa ku xwîna Pêşmergeyan li ser hatiye rijandin, carek din ji hembêza Başûrê Kurdistanê nayê dûrxistin.