Zanayên olî daxwaza rawestandina şer dikin

Hejmarek zanayêm olî û seydayên Bakurê Kurdistanê li dijî operasyon û helwêsta li hemberî cenazeyan ku bi rojan li erdê dimînin nerazîbûna xwe anîn ziman.
kurdistan24.net

K24 – Diyarbekir

Hejmarek zanayêm olî û seydayên Bakurê Kurdistanê li dijî operasyon û helwêsta li hemberî cenazeyan ku bi rojan li erdê dimînin nerazîbûna xwe anîn ziman û li Diyarbekirê meşiyan. Zanayan xwestin ku operasyon bisekinin, qedexe rabin û cenazeyên kuştiyan li gor wecîbeyên dînî bêne veşartin.

Li Bakurê Kurdistanê bi mehan e alozî berdewam in. Di şer û pevçunan de herî kêm 160 sîvîlan canê xwe ji dest dane û 4 cenaze hê jî li erdê ne û derdora 20 cenazeyan jî li morgên nexweşxaneyan in. Parlementerên Partiya Demoratîk a Gelan (HDP) û endamên Şûreya Kongreya Îslama Demokratîk (DÎK)  doh li ber Şaredariya Bajarê Mezin yê Dîyarbekirê kombûn.

Parlementera HDPê ya Stenbolê Huda Kaya mînakên pevçûnên li Filîstînê dan û xwest ku xelkê Tirkiyê jî dijî kuştina mirovan bêdeng nemînin: “Kesê ku dîbêje ez Misliman im nikare vê hovîtîyê bike û nikare cenazeyan bi rojan li erdê bihêle. Yê ku dengê Gazze û Filîstîn dibihîze çima dengê Bakurê Kurdistanê nabihîze. Zarok, kal, jin tên kuştin çima dengê Kurdan nabihîzin.”

Li gorî rêziknameya nû cenazeyên tên teşhîskirin eger di nav 3 rojan de ji aliyê mirovên wan ve neyên wergirtin dê dewlet bikaribe bêyî destûra malbatê jî veşêre. Herwiha cenazeyê Taybet Înan û merivê wê yên ku 7 rojan li kuçeyên Silopiyê li erdê man ji aliyê dewletê ve bi şev hatin veşartin. Zanayên olî ev rewş ji aliyê Îslamê ve nirxandin.

Weke bi hezaran kesan, alim û seyda jî ji bo rawestandina pevçûnan û bi dawîanîna kuştinan diayan dikin. Alim dixwazin wek berê dîsa di navbera aliyên şer de hevdîtinên aştiyê bêne kirin.