ENKS dest bi komkirina îmzeyan li Rojavayê Kurdistanê dike

Biro da zanîn ku komkirina îmzeyan dê bibe rapirsînek bo naskirina pirsa Kurdî û mafê gelê Kurd li Sûriyê.

 

K24 – Qamişlo

Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) bi armanca ku pirsa Kurd bête ser masa guftûgoyan li civînên navdewletî, îmzeyan kom dike 

Serokê ENKS Ibrahîm Biro ji K24ê re ragehand, ku sibe ENKS dê li nav gund û bajarên Rojavayê Kurdistanê bi armanca komkirina îmzeyan bo pişteviyan pirsa Kurd li Cinêv 3ê, bigere.

Biro da zanîn ku komkirina îmzeyan dê bibe rapirsînek bo naskirina pirsa Kurdî û mafê gelê Kurd li Sûriyê.

Biryar e di 25ê vê mehê de û bi alîkariya aliyên navdewletî, danûstandin derbarê krîza Sûriyê di navbera rejîm û opozîsyona wî welatî li Cinêvê dest pê bike, yek ji daxwazên ENKSê ew e ku pirsa Kurdî bibe xaleke sereke ya gotûpêjan.