DAIŞê 16 dîlên Aşûrî serbest berdan

Li gor agahiyan, hê 66 welatiyên Aşûrî yên Rojavayê Kurdistanê di dest DAIŞê de ne.

K24- Til Temir

Rêxistina DAIŞê 16 welatiyên din ên Aşûrî serbest berdan, hê jî 66 ên din dîlkirî ne.

Tora Aşûrî ya Mafê Mirovan di daxuyaniyekê de ragihand ku, ew 16 welatiyên Aşûrî ji gundê Til Şamîram ê ser bi Til Temirê li Rojavayê Kurdistanê ve ne û îro serbest hatin berdan.

DAIŞê roja 23ê Sibata 2014an êrîş kiribû ser bajarokê Til Temir (98.6 KM başûrê rojavayê Qamişlo) û gund û warên wê, piştî talankirina navçeyê “230” welatiyên Aşûrî dîlkiribûn.

Li gor Tora Aşûrî, ji Adara 2015an ve, 164 welatiyên Aşûrî yên ku DAIŞê ew dîlkiribûn, serbest hatine berdan û 66ên din jî hên dîlkirî ne.

Ew 16 welatiyên ku nû hatine berdan jî, 5 zilam, 3 jin û 8 zarok in.

Heta niha awayê çawaniya serbest berdana wan dîlên Aşûrî nehatiye diyarkirin.

Lê li gor çavkaniyên navxweyî yên ji Til Temirê, kenîseya Aşûrî bi rêya navbênkaran ji hozên Ereb ên navçeyê, ligel DAIŞê dikeve danûstanê ji bo ku wan dîlan bermaberî pereyan serbest berde.