Generalekî Amerîkî: DAIŞ bi hevkariya Kurdan têk diçe

Generalê berê yê Artêşa Amerîkayê derbarê şerê li dijî DAIŞê de nêrîneke cuda tine ziman û dibêje ku, stratîjiya Pentagonê ya ku dariştiye, bi hevkariya Kurdan DAIŞê têk dibe.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Generalê berê yê Artêşa Amerîkayê derbarê şerê li dijî DAIŞê de nêrîneke cuda tine ziman û dibêje ku, stratîjiya Pentagonê ya ku dariştiye, bi hevkariya Kurdan DAIŞê têk dibe.

Generalê berê ya Artêşa Amerîkayê Anthony Shaffer rexne li serokê Dezgeha Sîxurî ya Amerîkayî (CIA) girt û ji K24ê re got: “Li gor nêrîna min Michael Morell bi xwe beşek ji pirsgirêkê ye û ew dizane ku DAIŞ çawa serê xwe hildide.”

Serokê CIAyê Michael Morell ragehandibû ku şerê DAIŞê 10 salên din dê berdewam bike. 

Anthony Shaffer derbarê pirçekkirina Hêzên Pêşmerge de jî wiha axifî: “Pêşmerge baştirîn hêz e li ser erdê dijî DAIŞê, divê bi awayekî baştir çek ji Pêşmergeyan re bên şandin, ji ber ku DAIŞê çekên giran ên Artêşa Iraqê li Mûsil û deverên din bidest xistibûn. ”

Shaffer amaje bi wê yekê dike ku Pentagonê stratejiyeke baş bo têkbirina DAIŞê daniye û herwiha bi hevkariya Pêşmergeyên Kurdistanê û tevlîbûna hinek welatên nav hevpeymaniya dijî DAIŞê, dê di demeke kurt de DAIŞ têk biçe.