Chomsky: Ezê vexwendina Kurdan qebûl bikim

Beriya niha Noam Chomsky vexwendina Erdogan red kiribû.

K24- Navenda Nûçeyan

Fîlozofê navdar ê Amerîkî Prof. Dr. Noam Chomsky got ku, wî vexwendina Erdogan red kiriye, lê eger Kurd wî vexwînin, dê ew serdana Tirkiyeyê bike.

Beriya niha, Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan ji bo akademîsyênên ku peyman îmze kiribûn gotibû: ‘hûn ne rewşenbîr, hûn reşnivîs in. Hûn ne rojhilat û ne jî başûrê rojhilat dizanin, hûn cahil û nezanin, hûn tarî ne' û Chomsky vexwendibû Tirkiyeyê.

Lê Chomsky vexwendina Erdogan red kiribû û gotibû: “Tirkiyê DAIŞ sucdar dike lê ji aliyekî ve jî heta niha piştevaniya wan dikirin. Niha jî piştevaniya El-Nusrayê dikin ku, ew jî ji DAIŞê ne kêmtir e. Kurd li Iraq û Sûriyê hêza sereke ya li dijî DAÎŞê ye. Kesên ku îmze avêtine bin wê danezanê li Iraq û Sûriyê sucên ku li hember Kurdan tên kirin lanet dikin. Erdogan jî wan lanet dike. Ma her tiştek ne eşkere ye?”

Di daxuyaniyek nû de jî, Noam Chomsky ji rojnameya The Guardian a Brîtanî re diyar kir ku, heke ew biryara çûna Tirkiyeyê bide, ev dê ne bi vexwendina Erdogan be, ew ê li ser vexwendina Kurdan ku ev bi salane rastî êrîşan tên û here Tirkiyeyê.

Noam Chomsky di berdewamiya axaftina xwe de Erdogan bi wê yekê tohmetbar kir ku “ li hemberî terorîzmê standardên dualî bi kar tîne.”