Parlamenterên AKP û MHPê: Êdî proseya aştiyê nema

Banga HDPe ya derbarê “Bila dawî li operasyonan were, proseya aştiyê destpê bike” hem ji aliyê AKPê hem jî ji aliyê MHPê ve hat redkirin.

K24 - Enqere

Banga HDPe ya derbarê “Bila dawî li operasyonan were, proseya aştiyê destpê bike” hem ji aliyê AKPê hem jî ji aliyê MHPê ve hat redkirin. AKPê ragihand ku prose çênabe, MHPê jî HDP wek terorîst binav kir.

Banga Hevserokê Giştî yê HDPê Selahattîn Demîrtaş a li ser proseyê hem bi awayekî neyînî hat pêşwazîkirin hem jî hate rexnekirin. Parlamenterên AKPê dibêjin ku ji niha û pê de prose çênabe. Herwiha hate gotin ku heta PKK û hevkarê wê HDP ji rojeva Tirkiyê bên derxistin wê operasyon berdewam bikin.

Parlamanterê AKPê yê Orduyê Metin Gûndogdu got: “Demîrtaş di vê bangê de dereng ma. Pêwîst dikir ku beriya şehîdbûna polis û leşkeran ev bang bihata kirin. Bi kesên ku seranser heqaretê li serokkomar dikin re proseya çareseriyê pêk nayê.”

Li ser peknehatina proseya çareseriyê ya bi HDPê re, îdiaya têkiliya wê ya bi PKKê re wekî sedem hate destnîşan kirin.

Parlamentrê MHPê yê Entabê Umît Ozdag jî derbarê mijarê de bi zimanekî tund axifî: "Daxûyaniya Demîrtaş ji bo piştevanî û parastina PKKê hatiye kirin. Herwiha ji bo parçekirina Tirkiyê ye û parçeyekî siyaseta xendekan e."

Di van serdemên dawîn de nîqaş û gotûbêjên ku li ser proseya çareseriyê tên kirin bi taybetî li ser derkirina HDPê ne. Loma hem AKP hem jî MHP, HDPê ji aliyê nasnameya siyasî ya partiyê ve rewa nabînin û divê çarçoveyê de hemfikirin ku HDP ligel PKKê tevdiger e.