CHP: Em wek salên 90an Kurdan bi tenê nahêlin

Rayedarên CHPê ragihandin ku ew di salên 90an de li gelê Kurd xwedî derneketin lê naxwazin niha Kurdan bi tenê bihêlin.

K24 - Diyarbekir

Şandeke ji parlementerên Partiya Komariya Gelan (CHP) û endamên Meclîsa Partiyê serdana Diyarbekirê kirin. Şandê, derbarê qedexeyên derketina derve, operasyon û kuştinên li ser sîvîlan ji parêzger û rêvebirên fermî yên bajêr agahî standin. Rayedarên CHPê ragihandin ku ew di salên 90an de li gelê Kurd xwedî derneketin lê naxwazin niha Kurdan bi tenê bihêlin.

Şanda ku bi Serokatiya CHPê ya şaxa Stenbolê Cemal Canpolat, endamên meclîsê, serokên navçeyan, parlamenter û şaredaran pêk dihat bi Hevşaredara Bajarê Mezin a Diyarbekirê Gulten Kışanak re hevdîtin kirin û ragihandin ku ew hatine denge aştiyê bilind bikin û ew dixwazin fam bikin ku welatiyên heremê ji CHP çi dixwazin?

Parlementerê CHP yê Stenbolê Mahmut Tanal derbarê operasyonan de nerazîbûn nîşan da û got; "Ev rewş, ne Îslamî ye ne ehlakî ye û ne jî însanî ye."

Şandeya navbirî bi esnafên Sûrê re jî kombûnek pêk anîn û dûv re xwestin bimeşin navenda Sûrê lê polîsan ji ber ewlehiyê destur nedan. Li ser vê yekê şanda CHPê li meydana Şêx Seîd daxwiyanî da û got" “Qedexekirina kolanan hatiye asta dawî û nifusa Sûrê 23 hezar bû em aniha dibinin ji ber operasyonan daketiye 2 hezaran.”

Parlementera CHPê ya Stenbolê Selinay Doganê jî ragihand ku dê ew çavdêriyên xwe li Meclisê jî binin ziman: “Armanca me ya hatina vir ew e ku em bûyerên li vir diqewimin, binpêkirinên mafên mirovan, rewşa awarte ligel raya giştî ya Tirkiyê parve bikin. Em ferq dikin ku tê xwestin têkiliya xelkê vir û dewletê ji hev qut bikin. Lê em dixwazin di navbera gelên Tirkiyê de bibin pir.”

Piştî serdanê şanda CHPê bi nûnerên saziyên sivîl re jî hevdîtin pêk anîn. Şandeyê di kongreyeke rojnamegerî de, ragihand ku pirsa Kurd û hemû pirsgirêk divê di Parlementoyê de bêne çareserkirin û ew dê alikariyê vê rêbazê bikin. Şanda CHPê piştî ku serdana xwe ya Diyarbekirê temam kir têbiniyên xwe nivîsîn û dîsa vegeriyan Stenbolê.