"Destûra xebatê bo kêşeyên penaberan ne çare ye"

Penaberên Sûriyeyî ku li bajarên Tirkiyê bi cih bûne, êdî bêyî destûra xebatê ya fermî nikarin bixebitin. Hikûmeta Tirkiyê bi vî awayî dixwaze kêşeyên karkerên ku qaçax kar dikin safî bike.

K24 - Stenbol

Penaberên Sûriyeyî ku li bajarên Tirkiyê bi cih bûne, êdî bêyî destûra xebatê ya fermî nikarin bixebitin. Hikûmeta Tirkiyê bi vî awayî dixwaze kêşeyên karkerên ku qaçax kar dikin safî bike. Lê belê li gor pisporan, heta sîstemeke ku rêk û pêk hemû kargehan kontrol bike neyê danîn ev pirsgirêk nayê çareserkirin.

Li Tirkiyê li kargehan li gor hejmareke diyarkirî penaberên Sûriyeyî dê bên xebitandin. Ev rêje jî ji sedî 10 e. Herwiha li kargehekê ku 100 xebatkar tê de kar dikin di nav wan herî zêde 10 Sûriyeyî dikarin kar bikin.

Berdevkê hikûmeta Tirkiyê Numan Kurtulmuş rêziknameya derbarê xebitandina penaberan de xwendibû. Herwiha li hemû bajaran penaber dê neyên xebitandin. Tenê li bajarên diyarkirî ku penaber bo runiştinê destûr standine ev rêzikname dê bê sepandin.

Eger kargehên ku bêyî vê destûrê penaberan bidin xebitandin dê serê her biyaniyek 8 hezar û 848 lireyên tirk ceza bixwe. Li gor hejmara karkerên ku bê destûr tên xebitandin jî ev ceza dê zêdetir bibe.

Gelo xebitandina penaber û kontrolkirina kargehan dê bi çi awayî be? Pisporên kar dibêjin, derheqê şert û mercên xebatê de li welêt gelek rêzikname hene. Lê belê rêziknamebi tena serê xwe têrî nakin. Ya girîng sepandin û kontrolkirin e. Ji ber her sal ji sedî 5ê kargehan tên kontrolkirin. Bi vî awayî dê rê li ber kêşeya karkerên qaçax neyê girtin. Pêwistiya penaberên neçar jî bo xebatê heye.

Ya din kesên kar didin penaberan jî bo ku zêde mesrefê nekin bi awayekî qaçax kesên biyanî dixebitînin. Penaber tenê bo kar û barên demsalî, ajaldarî û çandiniyê dikarin bê destûr bixebitin.