KESK: Hikûmeta AKPê dixwaze ku jin li malê bimînin

“AKP ji jinan dixwaze ku li malê bimînin û herî kêm 3 zarokan bînin dinyayê.”

K24- Navenda Nûçeyan

Hikûmeta Tirkiye, reşnivîseke bi navê “Paketa bicihbûna jinan” pêşniyaz kir û niha ew reşnivîs ji bo pesend kirinê li parlamentoyê ye. Bi vê kiryarê, jin wê bê sîgorta û bê garantî û bê qerebûkirina pileyê bixebitin. 

Jinên saziyên civakî yên sivîl li KESKê derbarê vê mijarê de konferansekî rojnamevanî saz kirin û daxuyaniyek weşandin.

Sekretêra Jinan a KESKê, Gulîstan Atasoy diyar kir ku, hikûmeta AKPê dixwaze ku jin li malê bimînin û keda jinan jî bê qîmet bibe. 

Atasoy got jî ku, jin wê zaroka bînin û nikaribin li gorî dil û daxwaza karsaz ya serdanpê bixebitin, ji ber vê yekê jî karsaz wê xwedî raye bin ku li ser jinan her cûre neheqiyê bimeşînin. 

Li gorî daxuyaniya sekretera KESKê, ligel van kiryarên nerênî, AKP ji jinan dixwaze ku herî kêm 3 zarokan bînin dinyayê.

Gulîstan Atasoy ser çareseriya vê pirsgirekê jî axivî û da zanîn ku, heger AKPê dixwaze bicihbûna jinan qewîntir bike divê, yasaya xebata nesînordar û bi garantî û mafên mirovan têkûztir bike.