Amerîka: 10 lîwayên leşkerî ji rizgarkirina Mûsilê re divin

Bajarê Mûsilê di Hezîrana 2014an ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatiye dagîrkirin, li gor Wezareta Berevanî ya Iraqê jî proseya rizgarkirina wî bajarî amade ye, lê dema wê nehatî ye.
kurdistan24.net

K24-Navenda Nûçeyan

Berdewkê Hevpeymanên Navdewletî ya li dijî DAIŞ ê ragehand, rizgarkirina bajarê Mûsilê pêwîstî ya xwe bi perwerdekirina 10 lîwayên leşker heye.

Derbarê proseya rizgarkirina bajarê Mûsilê Berdewkê Hevpeymanên Navnetewî Steve Warren daxuyaniyek belav kir, tê de wiha got:  

"li gor Washingtonê rizgarkirina bajarê Mûsilê pêwîstî bi 10 lîwayên leşker heye û her lîwayekê jî pêwîste xwedî 2 heta 3 hezar hejmarê be. Herwaha diyar kir heta naha perwerdeya 20 hezar leşkerên Sûnî û polêsan hatiye kirin."

Warren da zanîn ku operasyona rizgarkirina Mûsilê dê di çend mehên bê de, dest pê bike, lê dema wê diyar nekir.

Bajarê Mûsilê di Hezîrana 2014an ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatiye dagîrkirin, li gor Wezareta Berevanî ya Iraqê jî proseya rizgarkirina wî bajarî amade ye, lê dema wê nehatî ye.