Herêm a Kurdistanê 10 milyar dînaran dide Kerkûkê.

Herêm a Kurdisatnê, li hember petrol a hinartî ; 10 milyar dînaran ji dirav a petodolarê dide Kerkûkê. , Ehmed Eskerî, serokê Civat a Parêzgeh a Kerkûkê dibêje : Me ti zanyarî li ser wan diravan nine, lê parêzgarî xwe xistîye jêrbarê wê yekê ku ew pere hatîye dabînkirin.
kurdistan24.net

Herêm a Kurdistanê 10 milyar dînaran dide Kerkûkê.

24-Kerkûk:

Herêm a Kurdisatnê, li hember petrol a hinartî ; 10 milyar dînaran ji dirav a petodolarê dide Kerkûkê. , Ehmed Eskerî, serokê Civat a Parêzgeh a Kerkûkê dibêje : Me ti zanyarî li ser wan diravan nine, lê parêzgarî  xwe xistîye jêrbarê wê yekê ku ew pere hatîye dabînkirin.

Hikumet a Herêm a Kurdistanê piştî salêkê  ji hinartin a pişkekê ji petrol a Kerkûkê, biryar da ku 10 milyar dînaran ji petrodolarê bide Kerkûkê. Ev zanyarî jî ji alîyê serokê Komîte ya Petrol û Gazê li parêzgeh a Kerkûkê, hat tekez kirin.

Berê hinek ji endam ên Civat a Parêzgeh a Kerkukê rexne li hikumet  a Herêm a Kurdistanê digirtin ku petrol a Kerkûkê difroşe û pere yên petrodollarê  jî nade. Belê parêzgarê Kerkukê Necmedîn Kerîm grêbestek li gel hikumet a Herêm a Kurdistanê û wezaret a Saman ên Sirûştî wajû kir. Li gor ewê girêbestê bo hinartin a her bermîlek a petrolê dû dolaran  ji bihayê wê dide rêveberî ya Kerkukê. Parêzgar ê Kerkukê jî hatî ye jêrbare wê yekê ku niha 10 milyar dinar ji alîyê hikumet a Herêm a Kurdistanê bo Kerkûkê hatîye hinartin, lê kesê zanîyarî li ser wî perey nine.

Rêbwar Teha endamê  Civet a Nwêner ên Îraqê dibêje: Wan ji bexdayê daxwaz a pere yên petrdolar a Kerkûkê kirin, ku dû salin nehatîye wergirtin, lê Bexdayê, ji wan re gotibû herin mafê xwe ji Herêm a Kurdistanê wergirin.

Li gor rêkkevitinekê ku li 2014, di navber a Hikumet a Herêmê û Bexdayê hatîye wajûkirin, divîya Hikumet a Herêmê   rojane 300 hezar bermîlan ji petrol a xwe û 250 jî  ji ya Kerkûkê. Bişîne derve û dahat a wê jî vegerine Bexdayê. Belê ew rêkkevtin  li meh a şeş a sal a bûrî bi dawî hatîye.