UNAMI: Em tekezê li ser vekolîn û girtina bikerên êrîşa li ser Kormorê dikin

Logoya UNAMIyê
Logoya UNAMIyê

Navenda Nûçeyan (K24) - Şandiya Taybet a Neteweyên Yekgirtî ji bo Îraqê (UNAMI) êrîşa li ser Zeviya Kormorê ya Gazê şermezar dike û radigehîne, “Em pêşwaziya girtina bikerên wê êrîşê û dadgehkirina wan dikin”.

Şandiya Taybet a Neteweyên Yekgirtî ji bo Îraqê (UNAMI) ku wekî UNAMI tê naskirin li ser tora civakî ya Xê helwesta xwe li ser êrîşa dronî ya li ser Zeviya Kormorê ya Gazê ragehand û amaje da, “Em êrîşa li ser wê zeviyê bi tundî şermezar dikin, daxwaza çareseriyeke bilez ji bo birîndaran dikin û serexweşiyê li malbatên wan kesan jî dikin ên ku di wê êrîşê de hatine kuştin”.

UNAMI tekezê dike ku pêşwaziya vekolînan ji bo destnîşankirin û girtina bikerên wê êrîşê û dadgehkirina wan dike.

Duhî (În, 26.04.2024) êvarê êrîşeke dronî li ser Zeviya Kormorê ya Gazê li nahyeya Qadirkeremê yê girêdayî bajarkê Çemçemalê hat kirin, çar karmendên wê hatin kuştin û du jî birîndar bûn ku xelkê Yemenê ne. Ev jî navên û salên bûna wan in:

-         Elî Ebûd - 1978

-         Yûsif Yasir Hemûd - 1986

-         Îsam Mihemed Ehmed - 1983

-         Ewez Ebde Elî - 1986

Hema piştî wê êrîşê, her du wezaretên Karebê û Samanên Xwezayî yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragehand, “Ji ber êrîşa dronî ya li ser Zeviya Kormorê, şandina gazê ji bo westgehên berhemanîna karebê rawestiyaye û lewma jî nêzî 2500 Mêgawatên karebê kêm bûne”.

Zeviya Kormorê ya Gazê li sala 2007ê hatiye damezrandin, dikeve sinorê nahyeya Qadirkeremê ya qezaya Çemçemalê li parêzgeha Silêmaniyê û kompaniya Danagazê weberhênanê tê de dike.

Gaza Kormorê bi rêya boriyan ji westgehên karebê yên Çemçemal û Hewlêrê re tê şandin, wesa jî 67% ya kareba Herêma Kurdistanê dabîn dike.