Dîndar Zêbarî: Rêkxistî yên nêvdewletî wek pêdivî alîkarî ya koçberan nakin.

Dîndar Zêbarî serok ê komîte ya bersivdan a rêkxistî yên nêvdewletî li Herêm a Kurdistanê got: Salek û nîve hijmarek a mezin a Ereban li Herêm a Kurdistanê koçberin, lê rêkxistî yên nêvdewletî wek pêdivê alêkarî ya wan koçberan nakin.
kurdistan24.net

K24- Hewlêr.

Dîndar Zêbarî serok ê komîte ya bersivdan a rêkxistî yên nêvdewletî li Herêm a Kurdistanê got: Salek û nîve hijmarek a mezin a Ereban li Herêm a Kurdistanê koçberin, lê rêkxistî yên nêvdewletî wek pêdivê alêkarî ya wan koçberan nakin.

Dîndar Zêbarî bi (kurdistan24) re ragehand: Rêkxistî yên nêvdewletî ti rol û rengvedan nebûne. Ev sal û nîve nêzîkî 670 hezar Ereb li Herêm a Kurdistanê Koçberin û akincîne bi eger a dagîrkirin a dever ên wan ji alîyê Daîşe ve.

Hevdem Mehmûd  Xelaf ku koçberek ê erebe ji Mûsilê hatîye hewlêrê, dibêje: Em dixwazin vegerin parêzgehên xwe. Ev salek û nîve em di çadiran de dijîn. Herêm a Kurdistanê alîkarî ya me kirîye; lê ev hijmare mezin ne di vejen û şiyan a Herêmê  deye. Hikumet a navendî jî ne alîkarî ya me û ne ya Herêmê nake. Em puşmanin me deng bi nwêner ên Sunne dane.

Piştî ku Daişê dest bi ser hinek dever ên Bakûr , naverast û rojava ya Îraqê dagirt, hijmarek a mezin a danîşvan ên wan deveran, pena ber bi Herêm a Kurdistanê birin û niha li bajêr ên Kurdistanê akincîne.