Erebistana Siûdiyê konsulxaneya xwe li Hewlêrê vedike
K24- Bexdad
Biryar e heftiya bê, konsulxaneya Erebistana Siûdiyê li Hewlêrê were vekirin.
Balyozê Siûdiyê li Iraqê, Samir Sebhan taybet ji K24ê re ragihand ku, pêwendiyên wan yên baş ligel Herêma Kurdistanê hene û li ser berdewamî û geşkirina wan pêwendiyan jî rijdin.
Samir Sebhan eşkere kir jî ku, dê heftiya bê, konsulxaneya Erebistana Sidûiyê li Hewlêrê were vekirin.