Salim Mislet: Kurd pişkek ê giringin ji gel ê Suryayê û em şanazîyê bi wan dikin.
K24- Cinêv:
Gotebêj ê şand a opizisyon a Suryayê li gel Stîvan Dîmistor a hinartî yê Netewe yên Hevgirtî kom bû, daku gemarû ya li ser dever ên dorpêçdayî li Suryayê bihê rakirin.
Salim Mislet Gotebêj ê şand a opizisyon a Surîyayê bo kongire ya Cinêv-3, di kongireyek a rojnamevanî de got: Kombûn a me bi Dîmistora re danûstandin bû li ser bicihînan a biryar a 2254 a Netewe Yên Hevgirtî, ku taybete bi hilgirtin û nehêlan a gemarûyê li ser dever ên dorpêçdayî û ragirtin a hêrişan li ser hevwelatî yên sivîl.
Mislet di bersiv a pirsyarek a taybet a peyamnêr ê Kurdistan 24 li ser gel ê Kurd li Suryayê, got: Kurd pişkek ê giringin ji gel ê Suryayê û em şanazîyê bi wan dikin û nwêner ên Kurdan jî bi me re ne di şandê de.
Herweha got: Me divêt Sûrya bo hemû alîyan be neku tenê bo alîyek a taybet be.
Mislet ragehand jî ku biryare Dîmistora bi nwêner ê hikumet a Suryayê jî re bicive.