Rejîma Sûriyê: Dema danûstandinên ne rasterast nehatiye

Serokê şandeya rejîma Sûriyê bo danûstandinên Cenêv-3 dibêje ku, ew li hêviya Nûnerê Neteweyên Yekbûyî ye, ji bo ku navê endamên şandeya opozîsyonê radestî wan bike.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan 

Serokê şandeya rejîma Sûriyê bo danûstandinên Cenêv-3 dibêje ku, ew li hêviya Nûnerê Neteweyên Yekbûyî ye, ji bo ku navê endamên şandeya opozîsyonê radestî wan bike.

Serokê şandeya rêjîma Sûriyê, Beşar Caferî îro di konferansekî rojnamevanî de ragihand ku, hîn danûstandinên Cenêv-3 di qonaxa amadekariyê de ne. Herwiha got jî, ku ew li benda Nûnerê NY yê taybet bi Sûriyê Staffan de Mistura re ye, daku lîsteya navê şandeya opozîsyonê pêşkêşî wî bike.

De Mistura duh destpêkirina danûstandinan ragihandibû, lê îro Caferî diyar kir ku, De Mistura gihêşt wê baweriyê ku, rewş bo danûstandinên “ne rasterast” ne guncaw e.

Caferî dubare kir jî ku, berî destpêkirina danûstandinan, nabe ti merc ji aliyê opozîsyonê de hebin. 

Şanda opozîsyonê dibêje, berî destpêkirina danûstandinan, divê bombebarankirin û dorpêça li ser bajaran werin rawestandin û girtî jî bêne azadkirin.