KESK: Bûdceya 2016an ya Tirkiyê, bûdceya şer e

Konfederasyona Sendîkayên Karmendên Giştî (KESK) di civîneke çapemeniyê de nerazîbûn nîşanî bûdceya 2016 a Tirkiyê da û ragihand ku ev bûdceya tê amadekirin bûdçeya şer e.

K24 - Enqere

Konfederasyona Sendîkayên Karmendên Giştî (KESK) di civîneke çapemeniyê de nerazîbûn nîşanî bûdceya 2016 a Tirkiyê da û ragihand ku ev bûdceya tê amadekirin bûdçeya şer e.

Di civînê de Hevseroka KESKê Şaziye Kose bal kişand ser bûdceya 2016an ya ku bo lêçûnên Parastin û Ewlehiyê hatiye veqitandin û got: “Ji bilî lêçûnên ne fermî, di sala 2015an de bo lêçûnên parastin û ewlehiyê 52 mîlyar lîreyên Tirk hatibûn veqetandin. Îsal ev reqem gehiştiye 61 mîlyar lîreyên Tirk. Em bo vê yekê dibêjin ku ev bûdçe bûdceya şer e. Di heman demê de hikûmetê li gorî par bûdceya Wezareta Kar û Xebatê ji 30,6 mîlyaran daxistiye 28 mîlyar û 431 mîlyonan.”

Kose diyar kir ku di amadekirina bûdceyê de, ked li ber çavan nayê girtin lê belê piştgirî bo sermayedaran tê kirin û ev yek jî wekî dijminahiya bi kedê re nirxand.

Hevseroka KESKê şer û pevçûnên li Bakurê Kurdistanê wekî sedema zêdebûna lêçûnên şer nîşan da û daxwaza pêk anîna aştiyê kir da ku ew bûdceya bo şer tê veqetandin ji bo lêçûnên perwerde û tenduristiyê were veqetandin.