Nûtirîn zanyarên êrîşa li ser Zeviya Kormorê ya Gazê

Zeviya Kormorê ya Gazê
Zeviya Kormorê ya Gazê

Kerkûk (K24) - Qayimqamê Çemçemalê ji K24ê re ragehand, “Ji ber êrîşa dronî ya li ser Zeviya Kormorê ya Gazê, sê karmend hatine kuştin û sê kesên din jî birîndar bûne”.

Peyamnêrê K24ê Hêmin Delo îro (În, 26.04.2024) got, “Îro nêzî seet 06:45 ê êvarê, bi rêya dronan êrîşî Zeviya Kormorê ya Gazê û hat kirin û ev cara duyê ye di îsal de êrîşî wê zeviya gazê tê kirin, lê ev cara yekê ye bi rêya dronan êrîşî wê zeviyê tê kirin”.

Qayimqamê Çemçemalê Remik Remezan ji aliyê xwe ve ragehand, “Ji ber êrîşa dronî ya li ser Zeviya Kormorê ya Gazê, sê karmend hatine kuştin û sê kesên din jî hatine birîndarkirin”.

Peyamnêrê K24ê amaje jî da, “Ji ber wê êrîşê, agir berbûye pareke wê zeviyê. Tîmên Bergiriya Şaristanî gehiştine nav wê zeviyê û mijûlî kontirolkirina wî agirî ne”.

Çavkaniyekê ji nav Zeviya Kormorê ya Gazê ji K24ê re eşkere kir, “Ew karmendên hatine kuştin xelkê Yemenê ne”.

Par jî 9 caran bi moşekan êrîşî Zeviya Kormorê ya Gazê hatibû kirin. Ev zevî her roj çar hezar û 200 mêgawatên karebê berhem tîne ku du hezar û 800 mêgawatan ji bo Herêma Kurdistanê ne û yên mayî jî ji her du parêzgehên Kerkûk û Mûsilê re tên şandin.

Li dû zanyarên K24ê, hêzeke zêde ya ewlehiyê çûye wî cihî û vekolîn li ser wî cihî hatine destpêkirin, heta niha çi aliyan berpirsyarîtiya xwe ji wê êrîşî ranegehandiye.

Gaza Kormorê bi rêya boriyê ji westgehên karebê yên Çemçemal û Hewlêrê re tê şandin, wesa jî 67% ya kareba Herêma Kurdistanê dabîn dike.

Zeviya Kormorê ya Gazê ku li sala 2007ê hatiye damezrandin dikeve sinorê nahyeya Qadirkeremê ya qezaya Çemçemalê li parêzgeha Silêmaniyê, ku kompaniya Danagazê weberhênanê tê de dike.