Sê parlamenterên din dest bi greva birçîbûnê kirin

3 Parlamenterên ku ji bo rizgarkirina brîndar, cenaze û kesên sivîl ên li Cizîrê dest bi greva birçîbûnê kiribûn cihên xwe bo 3 parlamenterên nû hiştin.

K24 - Enqere

3 Parlamenterên ku ji bo rizgarkirina brîndar, cenaze û kesên sivîl ên li Cizîrê dest bi greva birçîbûnê kiribûn cihên xwe bo 3 parlamenterên nû hiştin.

Parlamenterên Partiya Demokratik a Gelan (HDP) ji bo protesto û herwiha başkirina rewşa Cizîrê bi awayekî nobedarî dest bi greva birçîbûnê kirin.

Cîgirê Serokê Koma HDPê Îdrîs Baluken, Parlamentera Edenê Meral Daniş Beştaş û Parlamenterê Rihayê Osman Baydemîr cihê xwe bo Cîgira Serokê Koma HDPê Çaglar Demîrel, Parlamenterê Colemêrgê Nihat Akdoğan û Parlamenterê Muşê Ahmet Yildirim hişt.

Parlamenterên HDPê dan zanîn ku ew heta cenaze û brîndarên li Cizîrê bo nexweşxaneyan bên veguhestin û mafên wan ên tenduristî û jiyanê bên mîsogerkirin greva wan dê bidome.