Li bakurê Helebê şer giran dibe
K24 – Efrîn
Li gund û warên bakurê Helebê pevçûnên tund di navbera hêzên rêjîma Sûriyê û çekdarên opozîsiyonê de berdewam in. Artêşa Sûriyê hewl dide dorpêça li ser her du bajarokên Şîe (Nubil û Zehraa) bişkîne.
Li gor peyamnêrê K24ê diyar kiriye, artêşa Sûriyê îro gundên El-Cîhadiyê û Tilcibînê (li bakurê Helebê) kontrol kiriye, herweha pevçûn heya niha jî di navbera çekdarên (Eniya el-Şamiyê, Lîwaya Siqor el-Cebel, Ehrar Sûriya, Noredîn Zenkî) û Artêşa Sûriyê de diqewimin.
Herwiha li gor peyamnêrê me, li derdora gundê Hirdêtîn û Başkoyê yên nêzîkî her du bajarokên Şîe (Nubil û Zehraa) jî şer berdewam dikin.
Di heman demên de firokeyên Rûsiyayê bi tundî bajarokên Enedan, Heyan, Hirêtan, Meiriste el-Xan, Retyan û Beyanûnê bombebaran dikin û di encamê de bi kêmanî du kesên sîvîl canê xwe jidest dane û hejmarek din jî birîndar bûne.
Tê bêşbînî kirin ku, rêjîma Sûriyê hewil dide riya di navbera bajarê Heleb û her du bajarokên Şîe (Nubil û Zehraa) kontrol bike.
Bajarokê Nubil û Zehraa, du gundên Şîe ne, dikevin bakurê Helebê, ji sala 2012an ve, ji aliyê şervanên opozîsyonê ve dorpêç kirîne. Hejmarek mezin ji çekdarên Hizbulaha Libnanî û milîşyatên Îranê lê hene û ji aliyê wan ve tên parastin.
Herwiha bi sedan xelkên wan deveran berên xwe dane Efrînê, ya ku berê ji aliyê çend grûpên îslamî ve di dorpêşî de ye.