Polîtîkayên Ewlehiya Tirkiye-Rûsya û Asyaya Navîn

USAK û komeleya Almanyayê Kondrad Adeunauer Stiftung li Enqerê di çerçovaya jeopolitîkê de li ser polîtîkayê axifîn.

K24 – Enqere

USAK û komeleya Almanyayê Kondrad Adeunauer Stiftung li Enqerê di çerçovaya jeopolitîkê de li ser polîtîkayên ewlehiya Tirkiyê, Rusya û  Asya Navîn konferansek saz kirin. Di konferansê de li ser rêxistinên terorê, tekîliyên Tirkiyê û Rusya û rewşa Rojhilata Navîn û Afganistanê hat axaftin.

Konferans bi axaftina kevne balyozê Tirkiyê û Serokê USAK’ê Ozdem Sanberk, Nûnerê Kondrad Adeunauer Stiftung yê Tirkiyê Dr. Colin Dürkop, Nûnerê Kondrad Adeunauer Stiftung yê Asyeya Navîn Dr. Thomas Kunze dest pê kir ku di axaftinên xwe de DAIŞê û terora navneteweyî şermezar kirin û li ser ewlehiya Sûriyê, Iraq û Afganistanê rawestiyan

Parlamenterê Almanyayê û Serokê Parlamentoya Saksonyayê Dr. Matthias Rössler diyar kir ku armanca wan ya hevpar ew e ku li heremê ewlehî û aramî bê saz kirin. Her wiha Rössler derbarê kêşaya penaberên Elmayayê jî axivî. 

Di berdewama Konferansê de El-Qaide û DAIŞ bi nerîna Rusya û Almayayê vê hat niqaş kirin. Prof. Dr. Ivan Safranchuk di axaftina xwe de ji bo tekoşina li dijî terorê, balkişand ser hevkariya Rusya, Elmanya û Tirkiyê ye. 

Her wiha Prof. Dr. Kairat Osmonaliev diyar kir ku rewşa aloz ya Afganîstanê, bandorek neyînî ser welatên derdorê diheline. 

Ji aliyê din ve, diplomatên Elmayayê û Tirkiyê,  akademîsyenên Tirkiyê, Kirgizistanê, Tacîkistanê û Rusayayê di konferansê de cih girtin.