Li Tirkiyê zarokên bêsûc di girtîgehan de mezin dibin

Li Tirkiyê nêzîka 500 zarok hene ku temenê wan heta 6 salî ye û di girtîgehên jinan de ligel dayikên xwe dimînin. Pispor zêdetir balê dikêşînin ser derûniya zarokan.

K24 - Stenbol

Li Tirkiyê nêzîka 500 zarok hene ku temenê wan heta 6 salî ye û di girtîgehên jinan de ligel dayikên xwe dimînin. Pispor zêdetir balê dikêşînin ser derûniya zarokan. Lewra bo rê girtina rûdana kêşeyên psîkolojîk zêdetir pêwistî bi mamosteyên derûnî heye.

Jinên ji ber sûcên cudatir ketine hepsê, zarokên xwe jî bi xwe re anîne. Çimkî li derva kesek tuneye ku li zarokan binêre. Di 8 girtîgehên jin de derûdora 500 zarokên temenê wan ji 6 salî piçûktir hene. Di hinek girtîgehan de bo perwerdekirina zarokan dibistan hatine avakirin lê hinek girtîgeh ji vê yekê bê par mane.

Bi hevkariya Weqfa bo Zarokan Azadî li girtîgeha jinan a Bakirkoya Stenbolê ji bo zarokan dibistanek hat nûkirin. Tugba Ata ku di weqfê de berpirsa koordînatora projeyê ye niha li ser planekê dixebite. Di plana wê de tê pêşniyarkirin bo jinên ku li gel zarokên xwe di girtîgehê de ne xaniyên taybet werin avakirin.

Ata got: “Zarokên ku di girtîgehê de mezin dibin, dema ji girtîgehê derketin dê xwe wek biyanî bibînin. Di girtîgehan de zarok ji ber nebûna hinek kelûpel û materyalan ji xwendinê dûr dimînin û bi pêş nakevin. Ji aliyê derûnî ve jî kêşeyên zarokan pir in.”

Rayedarekî weqfê jî dest nîşan kir ku li vî welatî ji bo her 500 jinên girtî tenê yek psîkolog heye, lê bele li Fransayê ji bo 60 zarokên di girtîgehê de110 kes xizmetkariyê dikin.

Li gor yasayan, zarok dikarin heta 6 saliya xwe bi diya xwe re di girtîgehê de bimînin, piştre bo zarokxaneyan tên şandin. Dema dayik azad dibin zarok ji nû ve tên dinyayê. Jiber gelek zarok di girtîgehan de ji dayik dibin û mezin dibin. Gelek caran bo dayikan serbestiya bi kontrol hatibû pêşniyarkirin. Li gor vê yekê dayik wê li derve be lê dê were şopandin. Lê belê ev yek nehat pejirandin.

Tugba Ata