Helwêsta CHPê li ser serxwebûna Kurdistanê

Parlamenterê CHPê yê Stenbolê Mehmet Bekaroglu bibîr xist kul i Iraqê Herêma Kurdistanê heye û ew jî ji aliyê destûra Iraqê ve tê nasîn.

K24 - Enqere

Gotinên serokê Herêma Kurdistanê Masud Barzanî yên li ser referanduma serxwebûnê li Tirkiyê bûn cihê niqaşê. Parlamenterê CHPê Mehmet Bekaroglu ragihand ku divê tu kes destêwerdana karê navxweyî yê welatên din nekin û rêzê bigirin.

Parlamenterê CHPê yê Stenbolê Mehmet Bekaroglu li Parlamentoya Tirkiyê civineke çapemeniyê saz kir. Bekaroglu di civîna xwe de bal kişand ser daxuyaniyên Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî yên darbarê ragihandina serxwebûnê de û got; “Li wî welatî destûra bingehîn çawa ye, civakên wê derê divê çawa tevbigerin, ev ne karê me ye ku em bikevin nav. Ji ber ku li wê derê Herêma Kurdistanê heye û ew jî ji aliyê destûra Iraqê ve tê nasîn.”

Bekaroglu li ser gotinên berdevkê AKPê Omer Çelîk yên wek “Em serxwebûna dewletên nû rast nabînin” jî wiha axivî; “Bi giştî tiştên ku li nava welatên ciranê me diqewimin me têkildar nake. Wekî prensip ez rast nabînim ku têkilî karên navxweyî yên welatî din bibim. Ez nikarim bêjim, bila Kurdên li Iraqê wiha bikin an wiha nekin. Mafekî min yê wiha nîn e.“