Li Efrînê YPG û çekdarên opozîsyonê bo rêyeke mirovî rêkeftin

Hêzên kurdî bi rêkeftin digel ketîbeyên çekdar li bakurî Helebê, xelkên ser sînor ewên asê mane, vedguhêzin bajarê Efrîn û gundên Idlibê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hêzên kurdî bi rêkeftin digel ketîbeyên çekdar li bakurî Helebê, xelkên ser sînor ewên asê mane, vedguhêzin bajarê Efrîn û gundên Idlibê.

Ji ber şer û pevçûnên li bakurê Heleb û başûrê herêma Efrînê di navbera çekdarên opozîsyonê (Cebhe El-Şamiyê, Lîwaya Nûredîn Zenkî) ji aliyekî û rêjîma Sûriyê  bi piştevaniya firokeyên Rûsî ji aliyekî din ve de, bi hezaran xelkê wê deverê ber bi Efrîn û sînorê Tirkiyê ve reviyane.

Li gor ku Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ragihandiye, ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ligel çekdarên opozîsyona Sûriyê rêkeftine, ku rêyeke mirovî ji  xelkê li ser sînorê Tirkiyê û dergehê sînorî Bab el-Selamê ya li bajarê Ezazê asê mane, were vekirin.

Hat ragihandin ku, bi mebesta alîkariyên mirovî û çareserkirina rewşa tenduristî ya koçberan, ewên ji Efrîn û gundên Idlibê re bêne veguhastin.

 Herwiha hat diyarkirin ku, ew rêkeftin dê di bin serpereştî û parastina YPGê de were kirin.

Ji aliyê xwe ve, komîserê di Yekîtiya Ewropayê (YE) de Johanes Hahn berî beşdariya civîneke YEyê li Amisterdamê daxwaz ji tirkiyê kirk u, dergehên sînorî li pêş penaberan veke û got: “Hevpeymana Cenêvê ya derbarê pêşwazîkirina penaberan hîn li kar e.”

Li gor amarên NY, ku bêhtirî 20 hezar kes ji ber pêşketina rêjîm û êrîşên Rûsyayê, neçar bûne ji malên xwe derbider bibin û ber bi sînorê Tirkiyê kom bibin.