Îraq li ser berbijar ê Nobil rêk nakevin.
K24- Bexda:
Îraqî rêkkevtine ku ti caran rêk nekevin. Her sal ji bo xelat a Nobil a Aştîyê, her welatek kesek ê navdar ê welat ê xwe dê destnîşan bike bo evê xelatê. Lê Îraqî di vê yekê jî de rêk nakevin û niha sê berbijar hene bo evê xelatê.
Li ser daxwaz a Hikumet a Îraqê, Civat a Bala ya Dadwerî ya Îraqê Mam Celal berbijar kirîye.
Wezîr ê Koç û Koîber ên Îraqê, Derbaz Mehemed ku ser bi Bizav Gorran e, Nadiya Murad berbijar kirîye, ku keçik a Êzdî ye ji destê Dişê rizgar bibû.
Hevdem hinek alî yên din behs a berbijarkirin a Vîyan Dexîl dikin bo wergirtin a xelatê ku girîn a wê di perleman a Îraqê de deng vedanek a mezin hebû di cîhanê de.
Lê ev li ser astê hindûrîyê Îraqê ye, li ser astê cîhanê berîkanêyek a bi hêz heye li ser xelatê. Mina rawêjkar a Elmanya Engêla Mêrgil. Papa Firansîs, Papa yê Vatîkanê û herdû wezîr ên derve yê Emerîkayê Con Kêrî û hevta yê wî yê Îranê Mehemed Cewad Zerîf.
Ev dabeşbûn a Îraqê li nerêkkevtinê li ser berbijarkirin a kesekî bo evê xelatê, bûye cihê rexne ya piranî ya rêkxistî yên civak a sîvîl a Îraqê.
Xelat a Nobilê navdartirîn û pir behatirîn xelate di cîhanê de ku bi nave dahêner ê wê Elifrêd Nobil hatîye binavkirin. Salane ji alîyê Komîteyek a pispor ên Siwêdî- Nerwîcî dihê dabeşkirin.