YPGê gundê Kefir Entiwan kontirol kir
K24- Navenda Nûçeyan
Piştî kontirolkirina wê ji firokxaneya leşkerî Minxê Yekîneyên Parastina Gel(YPG) gundê Kefir Entiwan kontirol kir.
Derbarê kontirolkirina wî gundî Rewngeha Sûrî ya mafê mirovan, daxuyaniyekê belav kir, tê de wiha hatibû gotin: "Piştî şer û pevçûneke giran, di navbera Yekîneyên Parstina Gel(YPG) û her yek ji Cebhet El-Nûsrayê û Ehrar El-Şam de, YPGê karî gundê Kefir Entiwan kontirol bike."
Berî niha Berdevkê Ceyîş El-Siwar Tariq Ebo Zêd ji K24ê re ragehandibû ku, Hêza Sûriyê Ya Demokratîk firokxaneya leşkerî ya Minxê kontirol kir bû.
Serkeftinên YPG û HSD li wê deverê , piştî pêşveçûnên Artêşa rejîma Sûriyê li Bakurê Helebê tê.