Artêşa Tirkiyê firokxaneya di dest YPGê de topbaran dike

Artêşa Tirkiyê firokxaneya Minigê ya di dest YPGê de û gundên derûdora wê topbaran dike.

K24 – Efrîn 

Artêşa Tirkiyê firokxaneya Minigê ya di dest YPGê de û gundên derûdora wê topbaran dike.

Berdevkê Ketîbeya Ceyş Swar Tariq Abû Zêd ji K24ê re ragehand ku, Artêşa Tirkiyê pêgehên HSD li firokxaneya Minigê û gundê Meranaz û Malkiyê yên ser bi bajarê Ezazê û gundê Yazibax ya ser bi navçeya Şera ya Efrînê bi topên giran topbaran dike.

Hêza Sûriyeya Demokratîk berî çend rojan firokxaneya leşkerî ya Minigê û çend gundên derdora wê firokxaneyê  ji Eniya el-Nusra û Tevgera Ehrar el-Şam ve, kontrol kiribûn.